Li gorî agahiyên çapemeniya DYA’yê serçeteyê DAIŞ’ê Ebubekir El Bexdadî dema ku ji Idlibê hewl dida bireve Tirkiyeyê ji hêla hêzên DYA’yê ve hate kuştin. Têkildarî mijarê Trump peyamek parve kir û got; ‘Tiştekî pir mezin rû da.’ Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî jî peyamek parve kir û wiha got: “Me di encama xebata hevpar a îstîxbaratî ya bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re operasyoneke dîrokî û serkeftî pêk anî.”
Çapemeniya Amerîkayê ragihand ku artêşa Amerîkayê li dijî serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir El Bexdadî şevê din li navçeyeke Idlibê ku li nêzî sînorê Tirkiyeyê ye çalakiyeke taybet pêk anî. Di nûçeyan de hat ragihandin ku Bexdadî li cihekî li qada ‘herêmên bêçek’ a di bin kontrola dewleta tirk de bû.
Kovara Newsweek a Amerîkayê destnîşan kir ku operasyon li ser agahiyên îstîxbaratî li parêzgeha Idlibê hatiye kirin. Kovara Newsweekê ku agahiyên xwe dispêre rayedareke amerîkî da zanîn ku li cihê ku operasyon lê hatiye lidarxistin şerekî kurt derketiye. Tora CNN a Amerîkayê jî li gorî agahiyên ku dispêre rayedarên Pantagonê îşaret pê kir ku serçeteyê DAIŞ’ê dema ku leşkerên Amerîkayê nêz bûne xwe teqandiye. Rayedarê Pentagonê piştrast dike ku serçeteyê DAIŞ’ê Bexdadî hatiye kuştin û li benda encamên DNA’yê ne.
‘Dema dixwest bireve Tirkiyeyê hate kuştin’
Rayedarê Pantagonê diyar kir ku El Bexdadî bombe li xwe rapêçiyabûn û ferdên malbata wî jî pê re bûn. Rayedar bi lêv kir ku di operasyonê de 2 jinên Bexdadî jî hatine kuştin lê dibe ku dema Bexdadî xwe teqandî miribin. Çapemeniya DYA’yê dibêje ku operasyon di encama îstîxbarata CIA’yê de hatiye kirin. Malpera El Hure ya Amerîkayê jî ragihand ku CIA’yê piştevaniya ewlehiya herêmê ya diyarkirina cihê El Bexdadî û tevgerên wî kirine.
Iraq: Kuştina Bexdadî hate piştrastkirin
Têkildarî mijarê çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê jî agahî dan Reustersê û ragihand ku wan kuştina Bexdadî piştrast kiriye. Çavkaniyên ji Reustersê re axivîn wiha gotin: “Li gorî agahiyên tîma me ya îstîxbaratê ku Bexdadî dişopand, dema ku Bexdadî hewl dida malbata xwe veguhezîne Tirkiyeyê bike, tevî parêzvanê xwe ve hatiye kuştin.”
Peyama Trump
Di heman demê de serokê Amerîkayê Donald Trump jî li ser hesabê xwe ya Twîtterê peyamek parve kir û got: “Tiştekî pir mezin niha rû da.” “Trump: Şevê din hêzên DYA karîn Terrorîstê nûmera yekê li Cîhanê tune bikin, ew serok û damezrînerê Daişê bû ya herî mezin û tundrewtirîn rêxistina Terrorê bû li cîhanê. Ew hate kuştin piştî ketina wî ya toneleka girtî de, tê de nalnal û hewara wî bû di wê tunellê de. Sê Zarokên xwe jî bi xwere birin ew jî rastî mirinê hatin kuçikên me li pey wî de bûn. li dawî de xwe bi xwe û zarokên xwe de diteqîne laşê wî di tunelê belav bû û li gorî analîzên xwîna wî isbat bû kû ew bû hate kuştin. ”
Mezlum Abdî ji aliyê xwe ve da piştraskirin kû ev operasiyon bi hêzên koyalisyonê re bi hevbeşî hatiye li darxistin. Berêz Abdî li ser hesabê xwe yê Twitterê weha gotiye: “Ev çalakiyek dîrokî serkeftî bû piştî karekî istixbaratî havbeş li gel DYD”
Herweha di belavbûneke xwe ya din de jî Abdî xuya kiriye kû “Berdewamiya operasyona berê, terorîst Ebû el-Hesen al-Muhajir, zilamê destê rastê yê Ebû Bekir al-Bexdadî û berdevkê Daişê , li gundê Ain al-Baydah, li nêzî Jarablus, di nav koordînasyona rasterast de di navbera îstîxbarata SDF û leşkerê Amerîkî de hate armanc kirin.”