Asper got ku Washington hebûna xwe ya leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xort dike da ku selametiya Hêzên Amerîkî yên li wê derê biparêze.
Asper her wiha da zanîn ku Tirkiyê diyarkiribû ku êrîş sînordar be, ku di sînorê 50 leşkerî de be, lê ev yek pêk nehat. Got “Tevî ku Washington dest ji Hêzên Sûriya Demokratîk bernade ya ku DAIŞ têk biriye.
Wezîrê Derve yê Amerîka da zanîn ku Washington ji bo pêkanîna van êrîşan gilopa kesk nedaye Tirkiyê.
Serokê Desteya Erkanê Amerîka Joseph Danford jî di wê civîna çapemeniyê ya hevbeş de ragihand ku têkliyên Washington li gel Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) berdewam in.
Her wiha diyar kir ku tu îşaret tune ne ku Tirkiyê derbasbûna nav xaka Sûriyê bisekinîne.
ANHA