Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) bi hevkariya Heyva Sor a Kurd çenteyên dibistanan ji xwendekarên kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa ya girêdayî kantona Efrînê re peyda kirin.
KPC-D di beşa yekemîn de 5 hezar û 98 çente li 3 hezar û 558 xwendekarên gund û navçeyên Ehres, Til Rifet û Kefernaya yên kantona Şehbayê û hezar û 540 xwendekarên gundên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê belav kirin.
Di beşa duyemîn de nêzî 6 hezar û 150 çente li gundewarên navçeya Fafîn a kantona Şehbayê hatin belavkirin.
Komîteyê di beşa 3`ymîn de jî nêzî hezar çente li gundewarên navçeya Ehdas a kantonê belav kirin.Her wiha komîteyê pêdiviyên perwerdeyê li xwendekaran belav kirin.
Girêdayî mijarê ji rêveberên Komîteya Tenduristiya Dibistanan Rûgeş Ebdo ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku armanca wan ku pêdiviyên pêwîst ji xwendekaran re peyda bikin û destnîşan kir ku belavûna pêwîstiyên xwendinê 3 rojan li gund û navçeyên Şehba û Efrînê dirêj kir.
Li gundewarên navçeya Şêrawa 15, navçeya Ehres û gundewarên wê 9, navçeya Kefernaya 4, navçeya Til Rifet û gundewarên wê 6 û navçeyên Fafîn, Ehdas û gundewarên wan 33 dibistan hene.
ANHA