Kongreya Star û PYD`ê li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê beriya 2 rojan bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya parlamentera HDP`ê li bakurê Kurdistanê Leyla Guven çalakiya greva birçîbûnê dest pê kiribû.
Di roja duyemîn a çalakiyê de 200 kes ji navçeyê tev li gerevê bûn. Konê çalakiyê li Çerxerêya Serêkaniyê ya navçeya Dirbêsiyê hatibû vedan. Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û hate teqezkirin ku ew ê çalakiya xwe heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji dagirkeriya Tirkiyeyê dewam bikin.
Di dawiya çalakiya greva birçîbûnê de Kongreya Star daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endama Kongreya Star Xunav Elî ve li pêşiya konê çalakiyê hate xwendin. Bi sedan şêniyên navçeyê tev li xwendina daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne li gorî mafên mirovan û ne jî li gorî zagon û pîvanên navdewletî û pîvanên Neteweyên Yekbûyî ye. Hikumeta AKP`ê daxuyaniyek da ku tu hebûna Kurdan û bandora wan tune ye û siyasetên binpêkirin û rûxandinê li dijî wan dimeşînin. Hemû gelan bi armanca piştgirî da hevseroka KCD`ê Leyla Guven ku bi armanca piştgiriya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev mehek e dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Kongreya Star û PYD`ê di daxuyaniya xwe de bang li hemû gelên Sûriyê kir ku li dijî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker yekitiya xwe ava bikin û karê hevbeş ji bo parastina destkefiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xurt bikin.
Her wiha hate diyarkirin ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê tecrîdkirina gelê Kurd e lê belê tecrîdkirina tevahî gelê herêmê ye û bi taybet gelê Sûriyê yê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker rastî gelek zor û zehmetiyan hat. Di daxuyaniyê de bang Ii hemû hêzên demokratîk ên herêmê hate kirin ku ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd û serbestberdana wî di nava têkoşînê de bin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate teqezkirin ku bi çalakiyên xwe dixwazin nameyekê ji rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên efûyê yên navdewletî, NY`ê, Yekitiya Ewropayê, rêxistina alîkariya Îslamî û El-Camîa El-Erebiya bişînin da ku erka xwe li dijî siyasetên xirakirinê ku ji aliyê faşîzma Tirkiyeyê ve pêk tê, pêk bînin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di zûtirîn demê de serbest berdin.
Paşê hunermendê Kurd Ferhad Merdê helbestek pêşkêş kir.
Tê payîn ku di rojên pêş de konê çalakiyê li bajarê Hesekê were vedan.
ANHA