Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk sala perwerdê ya 2017-2018’an ji bo xwendekarên Efrînê bidawî kir. Niha amadekariyên lidarxistina şahiyan bi boneya bidawîkirina sala perwerdê dike.
Xwendekarên Efrînê ji seretayî heta asta zanîngehê piştî êrîşên artêşa Tirk û dagirkirina Efrînê di 18`ê Adara borî de, ji xwendinê qut bûn. Şêniyên Efrînê ji ber dagirkeriyê neçar man ku ji malên xwe derkevin û li Şehba û navçeya Şêrawa bi cih bibin. Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk biryara berdewamkirina sala perwerdê ji bo xwendekaran li Şehba û Şêrawa girt.
Komîte dibistan li herêma Şehba û navçeya Şêrawa vekir. Bi hezaran xwendekar ji bo bredewamkirina xwendina xwe berê xwe dan dibistanan.
Piştî 2 mehan ji vekirina dibistanan, komîteyê sala perwerdê bi dawî kir.
Niha komîte ji bo lidarxistina şahiyan bi boneya bidawîbûna sala perwerdê xwe amade dike.
Girêdayî vê mijarê Endamê Komîteya Perwerdeye Civaka Demokratîk Ibrahîm Henan (KPC-Demokratîk) got:” Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve, şêniyên Efrînê neçar man ku ji malên xwe derkevin û li herêma Şehba û navçeya Şêrawa bi cih bibin û gelek xwendekar ji xwendinê qut bûn. Ji ber wê û ji bo ku em karibin jinûve waneyên ku li ser wan çûne bidin, me dibistan li kamp, gund û bajarokên herêma Şehba û navçeya Şêrawa vekir.ʺ
Henan tekez kir ku vekirina dibistanan bandorek erênî li ser derûniya xwendekaran kir û niha jî ew amadekariyên lidarxistina şahiyan li hemû dibistanan dikin.
Çavkaniya: ANHA